Xwuşk û Birayên Birûmet;
Welatiyên pîroz;
Wekî tê zanîn, em bi gelî, wekî hatibin lanetkirin, li dinê tu cîh û war bo me nîne… Li dinyê, li pêy Cihûyan, neteweyek nîne ku qasî gelê me, gelê Kurd belav bûbe û hustixwar û lawaz mabe. Zimanê me qedexe dikin, baweriyên me, rûmetên me qedexe dikin, dengê me qut dikin. Yekitî û tifaqa me tune dikin. Divê em zanibin.
Neyarê me zêde, hevalê me kêm e… Serweran evqasî me xistine ku, şexsiyeta me, bi rêya bêçandî, bêrûmetî û bêxweditiyê ji dest me girtine. Îroj em li ber pira qedera xwe ne. Aliyek hebûn û xelasî ye, aliyê din jî rêya asîmileyê, tunebûn, windabûn û bêxîretiyê ye. Divê em zanibin.
Xwuşk û birayên ezîz;
Divê em zanibin; dilxwazên me kêm bin jî hene. Bira û xwuşkên di rêya Îsa Mesîhê zindî de dixebitin, yên bi rastî jî dil dane Mesîh Îsa, dixwazin di rêya azadiya gelê me de, di rêya aştiya gelê me de bixebitin. Her çiqas neyaran rê li me teng kiribin jî, em dizanin, me hêviya xwe tu carî qut nekirine. Lê bawer bikin ku hêviya rasteqin Mesîh Îsa ye… Aştiya rasteqîn di Mesîh Îsa de ye. Ev birayên ku bona gelê me dixebitin, dixwazin di nav gelê me de mizgîniya azadiya rasteqîn, baweriya qedîm û aştiya rasteqîn belav bikin…
Xuşk û birayên meyî Hustixwar…
Piştî du hezar salî cara yekemîn Încila Mesîh Îsa bi zimanê dayika me, bi Kurdî hate wergerandin; em wergervanê Kitêba Pîroz; ji we hêvî û reca dikin, alikariya xwe ji van Mesîhiyên ku di nav we de dixebitin qut nekin, Kelama Pîroz, wekî nanekî germ, kerenga Qerejdaxê, ava Dicle û Feratê, wekî berfa çiyayê Sipanê, wekî diyariyek Mesîh Îsa qebûl bikin, red mekin…
Ji bîr mekin; “Hûn ê jî bi rastiyê bizanibin û dê rastî we jî azad bike...”
Di xêr û xweşiya Mesîh Îsa de bimînin!
Sipariş İçin:
Sökede: 0536 384264



